Li Ezazê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Duh li 09:01
RÛDAW
Nîşan Ezaz Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Ezazê li nêzîkî xala kontrolê ya Şetê a çekdarên mixalefeta Sûriyeyê, bargilgereke bombebarkirî teqiya û li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.

Li bajarê Ezazê yê di bin kontrola çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên bi ser Tirkiyeyê, li pêşberî Kilîsê bombeya ku di bargilgerekê de hatibû bicîkirin hat teqandin.

Teqîn li nêzîkî xala kontrolê ya Şetê ya çekdarên bi navê “Polîsên Leşkerî” bûye.

Li gorî agahiyan, di êrişê de li gor tesbîtên ewil 9 kes hatin kuştin, 14 kes jî birîndar bûn.

Piştî êrişê li hawirdorê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û birîndar rakirin Nexweşxaneya Ezazê.

Hêzên ewlehiyê yên herêmî li cihê bûyerê lêkolîn kirin û derbarê êrişê lêpirsîn da destpêkirin.

Hîn jî ti kesî berpirsyariya êrişê hilnedaye ser xwe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst