Îsraîlê li Sûriyeyê da: 4 leşker hatin kuştin

07-08-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê êrişî Şamê kir, 4 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatin kuştin.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku serê sibehê demjimêr 02.20an, artêşa Îsraîlê ji aliyê Colanê ve êrişî çend xalên leşkerî yên li derdora bajarê Şamê kiriye.

Li gor heman çavkaniyê, artêşa Sûriyeyê bersiva mûşekan daye û çend ji wan xistine.

SANAyê destnîşan kir ku di êrişa Îsraîlê de 4 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Herwiha hat ragihandin ku di encama êrişa Îsraîlê de ziyanên madî jî hebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst