Artêşa Sûriyê bo azadkirina êxsîrên Durzî êrişî DAIŞê dike

07-08-2018
RÛDAW
Artêşa Sûriyê li Siwêdayê êrişî cihên di bin kontrola DAIŞê de dike.
Artêşa Sûriyê li Siwêdayê êrişî cihên di bin kontrola DAIŞê de dike.
Nîşan Hikûmeta Sûriyê Siwêda Êriş DAIŞ Durzî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Dema du rojan e, ku Artêşa Sûriyê êrîşî çekdarên DAIŞê li bakur û rojhilatê Siwêdayê dike, li gor çavkaniyên xwecihî yên ji nav bajarê Siwêdayê jî hêzên hikûmeta Sûriyê bi qasî 5 kîlometran pêş ve çûne.

 

Li gorî agahiyan, di êrişa bo ser cihên bin kontrola DAIŞê de yên li Siwêdayê, firqeyên 1, 10 û 15 ên Artêşa Sûriyê beşdar in û ji çend çeperan ve êrîşî çekdarên DAIŞê kirine.

 

Çavkaniyên xwecihî dane xuyakirin, di encam de 5 kîlometre ber bi devera El-Kiraa ya rojhilatê Siwêdayê kontrol kirine.

 

Li gor çavkaniyên ji nav Siwêdayê, Artêşa Sûriyê bê berevanî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve bi pêş ve diçe û di encam de çend girên stratejîk li rojhilatê Siwêdayê kontrol kirine.


Piştî ku gotûbêj di navbera çekdarên DAIŞê û rûsipiyên Siwêdayê bi navbênkariya Rûsyayê li ser azadkirina jinên Durzî yên dîlgirtî biserneketin, Artêşa Sûriyê êrîşa xwe bo ser çekdarên DAIŞê dest pê kir.

 

Li gor çavdêrên ser bi opozisyonê, êrîşa Artêşa Sûriyê dibe ku bibe sedema kuştina dîlgirtiyan, lê li gor çavdêrên ser bi hikûmetê ve jî êrîş dibe guşarek bo azadkirna dîlgirtiyan.

 

DAIŞ li hember azadkirina jinên dîlgirtî yên Durzî  dixwaze, çekdarên wê ji Deraa bo rojhilatê Siwêda bêne veguhestin.

 

Ji aliyekê din ve Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ragihandiye, ew amade ne ku çekdarên dîl ên li bal xwe bi jinên Durzî ên dîlgirtî yên li ba DAIŞê pev biguherin.

 

Li gor çavdêrên peywendîdar, êrîşa Artêşa Sûriyê bo ser çekdarên DAIŞê li rojhilatê Siwêdayê dê bi rêya şerên biçûk çêbibe, ji ber xwezaya deverê asê ye, bi vêna jî Artêşa Sûriyê dixwaze hino hino çekdarên DAIŞê li deverê dorpêç bike û bihêle xwe radest bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst