Barhilgirên alîkariyan di deriyê Bab el-Hewa re derbasî Idlibê bûn

07-07-2022
Loloxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku 3 rojên din muhleta biryara navdewletî ya taybet bi vekirina deriyê sînorî yê Bab el-Hewa bi dawî dibe, barhilgirên alîkariyên Neteweyên Yekbûyî di rêya wî deriyê sînorî re ji Tirkiyê derbasî parêzgeha Idlibê bûn.

Karûbarên lojestîkî ji aliyê tîmên pispor ve hatin kirin û li Kampa Qah li bakurê Idlibê alîkarî li koçberan hatin dabeşkirin.

Tenê bi rêya van alîkariyên mehane xelkê kampan dijîn.

Koçbereke Sûrî piştî wergirtina pişka xwe ya mehane xwarinê ji zarokên xwe re çêdike.

Wîsam Îsa el-Hemed, koçbera Mieseran dibêje, “Jiyan zêde zehmet e, rewşa me zêde zehmet e. Rûniştina li nav çadiran, em zivistanê di bin baranê de ne, û havînê ji ber germayê dişewitin. Rewşa me zehmet e, mal gelek tişt jê re divên, ne tenê xwarine, xwarina me jî hemû birinc û savar e. Eger ev alîkarî jî qut bibin, wê rewşa me xirabtir bibe. Em hawara xwe digihînin cîhanê alîkariya me bikin, eger ev alîkarî jî  qut bûn, emê zêdetir birçî bibin.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî bi giştî 4 milyon û 100 hezar kes li parêzgeha Idlibê pişta xwe bi alîkariyên ku ji Deriyê Bab el-Hewa re derbas dibin girêdidin, lê mehane 2 milyon û 400 hezar kes bi taybetî li ser van alîkariyan dijîn.

Ji 2014an ve û heta niha 56 hezar barhilgirên alîkariyan ên Neteweyên Yekbûyî ji Tirkiyê bi Deriyê Bab el-Hewa re derbasî Idlibê bûne.

Li gor biryara 2585 a Encûmena Asayişa Navdewletî eger biryara derbarê vekirina deriyê sînorî yê Bab el-Hewa de nehat nûkirin ku 10ê Temûzê dema wê bi dawî dibe, 8ê Temûzê dê karwana herî dawî ya barhilgiran ji bajarê Reyhanlî yê Tirkiye bi rêya Deriyê Bab el-Hewa re derbasî Idlibê bibe.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst