Cerba: Heta pirsa kurd li Sûriyê çareser nebe, şoreş sernakeve

07-07-2013
HUSÊN OMAR
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê duh, Ehmed Asî El-Cerba weke serokê nû yê Hevpeymaniyê helbijart. 

Piştî pêşbaziyek xort di navbera herdu berbijarên xola duyem de, El-Cerba û emîndarî giştî yê berê Mistefa Sebax, El-Cerba karîbû beramber 52 dengan bi 54 dengan serkeftinê li ser pêşbazê xwe tomar bike.

Her yek ji Sûhêr El-Etasî, cîgirê Çavdêrê Giştî yê Komela Ixwan Mislmîn, Farûq Teyfûr û Salim El-Mislit weke cîgirên serok û Bedir Camûs jî weke emîndarê giştî hatin hilbijartin.

Ehmed Asî El-Cerba ji ber kutleya demokrat a ku Mişêl Kîlo serkêşiya wê dike hatibû berbijarkirin.

El-Cerba ku kurê malbatekê ji şêxên êla Şemer a erebî ya navdar e û ji nişteciyê parêzgeha Heseke ya Kurdî ye, xudan têkiliyên xurte bi Erebistana Siûdî re.

Piştî sê rojan ji civînên berdewam û rikberiyeke xort di navbera berbijarên ku li ser du aliyên herêmî dihatin hejmartin, postê serokatiyê ji El-Cerba re hat yekalî kirn.

El-Cerba ji parazgeha Hesekê ye, yek ji şêxên êla Şemer e, ya ku pêwendiyên wê bi kurdan re baş in û ji rewta demokrat a lîberale ku tevgera siyasî ya kurd jê ve nêzîke.

Gelo ev hersê hokar dê ti têkarî û bandorê li ser nêzîkbûna tevgera kurdî û Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyonê bikin?

Li ser vê pirsê, Sekreterê Partiya Azadî Mistefa Cûma ji Rûdawê re got: “El-Cerba pirsa kurdî, êş û derdên kurdan dizane. Dibe ku Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) deriyê danûstandinê bi Hevpeymaniya Nîştimanî re veke.”

Piştî hilbijartina wî, El-Cerba duh ji Rûdawê re wiha got: “Pirsa kurd li Sûriyê yek ji pirsên serekiye. Heta pirsa kurd neyê çareserkirin, şoreşa Sûriyê pêşnakeve.”

El-Cerba herwiha got ku di dema mehekê de, ew dê hevdîtinê bi Desteya Bilind a Kurd (DBK) re li Qahîre bikin daku hemû pirsgirêk werin çareserkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst