Hevpeymanya Navdewletî planeke nû li Sûriyê cîbicî dike

07-06-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Hevpeymanya Navdewletî planeke nû li Sûriyê cîbicî dike
Hevpeymanya Navdewletî planeke nû li Sûriyê cîbicî dike
Nîşan Amerîka Artêşa Sûriyeya Azad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Sûriyeya Azad, ku dijberî hikûmeta Sûriyê ye lê ne beşek e ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî ku ser bi Tirkiyê ye. Ew hêz li devera bi navê “Navçeya 55” a li rojhilatê Sûriyê, cih digire.

Fermandarekî wê artêşê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî hewlên ciddî dide ji bo pêkanîna hevahengiyê di navbera wan û HSDê de pêk bîne.

Li wê navçeyê, Artêşa Sûriyeya Azad, hevpeymana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ye û ji aliyê wan ve tê rahênankirin û biçekirin.

Fermandarekî ji Artêşa Sûriyeya Azad got “Em ligel hevbeşên xwe yên Hevpeymaniya Navdewletî kar dikin, ji bo ewlehî, aramî û parastina Navçeya 55.”

Bi gotina fermandarê Artêşa Sûriyeya Azad, armanca hevahengiya di navbera wan û Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê de, ew e ku, rê li ber gihandina alîkariyên Îranê ji bo grûpên çekdar li Sûriyê û Lubnanê bigire.

Çekdarê Artêşa Sûriyeya Azad Ehmed El-Mihemed got “Ez ji Artêşa Sûriyeya Azad im û şanaziyê dikim ku ji vê artêşê me. Em û hevbeşên xwe yên Hevpeymaniya Navdewletî kar dikin, ji bo ewlehî û aramiya navçeya 55, û peyamekê arasteyî xelkên sivîl li Navçeya 55 dikim ku, em li vê derê ne, ji bo parastina we û seqamgîriya navçeyê.”

Artêşa Sûriyeya Azad, li devera naskirî bi (Navçeya 55) a li sêgoşeya hêla sînorî ya navbera Sûriye, Iraq û Urdinê ye, bi dirêjiya 160 kîlometreyan. Ew navçe Binkeya Tenef a Hevpeymaniya Navdewletî, li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst