Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê zarokeke 4 salî hat revandin û kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê li bakurê Sûriyê ku taxeke Kurdnişîn e, zarokeke 4 salî hatiye revandin û kuştin.

Çavkaniyekê ji Taxa Şêx Meqsûd ji Rûdawê re got, zarok keç û 4 salî bûye û navê wê Elya Ebdo Ebo bûye.

Li gor heman çavkaniyê, dema ku dê û bavê keçikê ji bo nexweşiya dayika wê çûbûne nexweşxaneyeke taxê, ew bi tenê li malê hiştibûn.

Piştî ku ji nexweşxaneya vegeriyane, zarok li malê nedîtine. Bi rêya kamerayên çavdêriyê aşkere bûye ku jinekê ew zarok ji nav mala wan biriye maleke din.

Paşê termê zaroka 4 salî di nav wê malê de hatiye dîtin û ew jina tohmetbar ji aliyê Asayişa Şêx Meqsûd ve hatiye girtine.

Di tomareke dengî de ku ji nav taxa Şêx Meqsûd ji Rûdawê re hatiye şandin, çavkaniyek dibêje ku heta niha hûrgiliyên vê tawanê û sedemên wê zelal nebûne. 

Şêx Meqsûd mezintirîn taxa Kurdan li bajarê Helebê ye û piraniya Kurdên ku li wir dimînin ji Efrîn û Kobanî ne.

Berî şerê Sûriyê nêzîkî 600,000 Kurd li bajarê Helebê diman ku piranî li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dijiyan, lê ji ber şerê navxweyî hejmarek ji wan koçber bûne.

Piraniya partiyên Rojavayê Kurdistanê, li wê taxa mezin karê siyasî kirine.

Di dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê de, şerekî mezin li wê taxê çê bû, hinek grûpên çekdar ên weke Cebhet El-Nusre dest danîn ser beşekî taxê û beşek jî kete destê hêzên hikûmeta Sûriyê, lê paşê taxa Şêx Meqsûd û taxa Eşrefiye ya Helebê ketin destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Niha taxa Şêx Meqsûd di bin destê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) de ye.