Hîcab: Nakokiyên navdewletî li pêş çareseriya siyasî ya Sûriyê asteng in

Hewlêr (Rûdaw) - Koordînatorê berê yê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Riyad Hîcab piştî demeke dirêj ragihand, ku nakokiyên navdewletî li pêş çareseriya siyasî ya Sûriyê asteng in û got, ku divê opozisyona Sûriyê rastiyê ji xelkê re bibêje û aliyên herêmî û navdewletî di derbarê Sûriyê de negihiştine ti helwestê.

 

Piştî ku pêvajoya siyasî ya kirîza Sûriyê gihişt rêyeke kor, û kongreyên Cenev û Astanayê bê encam bi dawî bûn, Koordînatorê berê yê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Riyad Hicab bêdengiya xwe şikand û ragihand: “Nakokiyên navdewletî li pêş çareseriya siyasî li Sûriyê asteng in, herwiha nakokiyên meydanî jî rê li ber çareseriya siyasî digirin.”

 

Riyad Hîcab da zanîn ku divê opozisyon rastiyê ji xelkê Sûriyê re bibêje û xwe nede paş û rewşê bi başî eşkere bike. Hîcab diyar kir: “Çareseriya siyasî li Sûriyê hê jî negihiştiye, ji ber bi gotina wî aliyên navherêmî û navdewletî derbarê çareseriya siyasî de li Sûriyê negihiştine ti helwêstekê.”

 

Hîcab wek salên ku Koordînatorê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê bû, tekez kir ku divê Sûriyê bê Esed be û di daxuyaniya xwe de êrîş bir ser opozisyona Sûriyê û got: “Opozisyona Sûriyê ne li gor demê ye û bi kêr nehatiye.”

 

Li gor kongreyên Astanayê, dihat pêşbînîkirin ku komîteya destûra nû ya Sûriyê ji hikûmet û opozisyonê bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî di zûtirîn dem de pêk bihata, lê êrîşa Rûsya û artêşa Sûrî piştî gera 12ê ya Astanayê li bakurê Hema û başûrê Idlibê ser opozisyona çekdar, li gor çavkaniyên opozisyonê û çavdêrên bêalî hemû kaxezên pêvajoya siyasî li Sûriyê tevlîhev kirin.