Li bakurê Hemayê opozisyon pêşve diçe

07-06-2019
Loloxan
Opozisyona çekdar, operasyonek li dijî artêşa Sûriyê û grûpên alîgir pêk anî
Opozisyona çekdar, operasyonek li dijî artêşa Sûriyê û grûpên alîgir pêk anî
Nîşan Hema Opozisyon Pêşveçûn Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê rojavayê Hemayê opozisyona çekdar, operasyonek berevajî dijî artêşa Sûriyê û grûpên alîgir pêk anî. Li gor çavkaniyên opozisyonê çekdarên Cebheya Niştîmanî bo Rizgarkirinê, ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, çend gundên stratejîk li çeperên Deşta Xab li rojavayê bakurê Hemayê kontrol kirin, di heman demê de ew çekdar xwe ji bo vegerandin bajarokên Kefir Nebûde û Qelat Medîq ji dest artêşa Sûrî amade dikin.

 

Li bakurê rojavayê Hemayê Cebeheya Niştîmanî bo Rizgarkirinê piştî şerekî giran û dijwar dijî artêşa Sûrî, ku hemû çekên giran tê de hatin bikaranîn, gundên Til Milih, Kefir Hûd, Cibîn ên stratejîk kontrol kir. Herwiha karî rêya bajarokên Miherde-Siqêlbiyê, li gel derdora bajarokên Kefir Nebûde-Şerîhe li deşta Xab dorpêç bike.

 

Ji aliyê xwe ve û li ser çeperê başûrê Idlibê, artêşa Sûriyê ji bo ku gund û bajarokên nû kontrolkirî li bakurê Hemayê ewle bike, li başûrê Idlibê gundê Qesabiyê yê stratejîk kontrol kir, daku rêyên lojestîkî li ber opozisyona çekdar qut bike, bi vê yekê karî Çiyayê Şehşebo li bakurê Hemayê dorpêç bike û hevdem karî bajarokê Kefir Nebûde ewle bike.

 

Li gor pispor û çavdêran, niha artêşa Sûriyê li gel grûpên alîgir taktîkek leşkerî dualî li bakurê Hema û başûrê Idlibê pêk tîne, ku li çeperê bakurê Hemayê dijî opozisyona çekdar berevaniyê dike û li başûrê Idlibê êrîşê dike, bi vê yekê li gor heman çavkaniyan artêşa Sûrî dixwaze hêza opozisyonê li herdû çeperan lawaz bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst