Susan Rice: Amerîka çekên kujer radestî opozîsyona Sûriyê kirine

07-06-2014
HUSÊN OMAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Şêwirmenda ewlekariya neteweyî ya Amerîka Susan Rice ragihand ku Amerîka alîkariyên kujer, ango çek, radestî opozîsyona Sûriyê kirine.

Di hevpeyvînekê de ligel Tora CNN, Rice got ku Amerîka alîkariya xwe ji bo opozîsyona lîbral zêde kiriye û tekez kir ku wan alîkariyên kujer, ango çek, û yên ne kujer jî radestî grûpên lîbral ên opozîsyona Sûriyê kirine.

Di dawiya meha gulanê de, serokê Amerîka Barack Obama ragihandibû ku welatê wî dê alîkariyên ji bo opozîsyona Sûriyê zêde bike.

Obama di gotarekê got ku ewê ligel Kongresê kar bikin da ku alîkariya ji bo opozîsyona ku li şûna “terorîstan û dîktatorekî hovane” altarnatîva herî başe, bên zêdekirin.

Di meha gulana borî de şandeke opozîsyona Sûriyê bi serokatiya serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyonê Ehmed el-Cerba serdana Amerîka kiribû û daxwaza çekên pêşketî ji wî rayedarên welatî kiribû.

Ji destpêka şerê navxweyî li Sûriyê de, ev yekemîn car e ku rayedareke Amerîka behsa radestkirina alîkariyên kujer ji bo opozêsyona Sûriyê dike.

Derbarê daxuyaniyên susan Rice de, Endamê desteya siyasî ya hevpeymaniya opozîsyonê Selah Derwîş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku bêguman diyar e ku Amerîka piştrast bûye ku çekên wê dê nekevin destê grûpên radîkal, lewra lewra hin biryar di vê derbarê de standine.

Ji destpêka şerê navbera hêzên rejîm û opozîsyona Sûriyê de û heta niha, her tim grûpên lîbral ên opozîsyona ku bi ser hevpeymaniya opozîsyonê ve tên naskirin, ji welatên alîgirên şoreş re dixwestin ku çekên pêşketî radestî wan bikin ji bo ku terazûya şer li ser erdê biguherin û rejîmê neçar bikin ku li maseya danûstanan vegere.

Lê belê welatên rojava yên ku piştgiriya opozîsyona Sûriyê dikin, bi taybet Amerîk, her tim di pirsa radestkirina çekan de dudil bûn û ditirsiyan ew çek bikevin nav destên grûpên radîkal ên wek DAÎŞ û Cebhet el-Nusra de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst