Pismamên Beşar Esed li ser madeyên hişbir şerê hev kirin; kuştî û birîndar hene

07-05-2023
RÛDAW
Nîşan Malbata Esed Şer û Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qirdahe ya Laziqiye ya Sûriyê şerekî bi çekên giran li ser madeyên hişbir di navbera milîsên Mûdir Esed û Wesîm Esed ên pismamên Serokê Sûriyê Beşar Esed de derket.

Li gor çalakvanan û dîmenên ku li ser Twitterê hatine belavkirin, şeva borî li taxa Elûş a Qirdahe ya Laziqiye ya Sûriyê ku bajarê malbata Esed e, şerekî tund ê bi çekên giran, di navbera pismamên Serokê Sûriyê Beşar Esed, Mûdir Esed û Wesîm Esed derketiye.

Li gor zanyariyan, şerê milîsên her du pismaman, li ser bazirganiya madeyên hişbir bûye.

Milîsên ser bi Mûdir Esed ve dest danîne ser barekî madeyên hişbir ê kompanya Esed el-Sahil ku ya Wesîm Esed e û daxwaza pişka xwe ji qazanca bazirganiya madeyên hişbir kiriye.

Li gor hinek çavkaniyan, bazirganekî madeyên hişbir ê bi navê Husam Metaha yê ku di kompanya Esed el-Sahil de kar dike hatiye kuştin, her wiha Wesîm Esed bi xwe jî birîndar bûye.

Çalakvanên Sûriyê ku nêzîkî opozisyonê ne belav kirine ku ev şer û pevçûn di encama rêkeftineke di nava malbata Esed de ye ku Serokê Sûriyê Beşar Esed û Mahir Esed birayê wî û Fermandarê Firqeya Çarê û Heres Cimhûrî daxwazeke Rifeet Esed ji bo dubare derketina ji Sûriyê ku di bin mana neçarî de ye li Sûriyê red kirine û daxwaz jê kirine ku Qirdaheyê paqij bike û li hember vê yekê, pêşniyar kirine ku partiyeke siyasî ava bike û roleke siyasî bibîne ji bo baştirkirina navê malbata Esed.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst