Rewşa dawî ya taxa Şêx Meqsûd: Derman tine, birîndar şehîd dibin!

07-04-2016
RÛDAW
Şêx Meqsûd
Şêx Meqsûd
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Êriş û topbarana li dijî taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê yê Sûriyê, ku taxa kurdan e, didomin. YPGê jî ragihand, di şerê Şêx Meqsûdê de bi dehan çekdarên îslamî hatine kuştin û birîndar bûne.

Ev çend roj in taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, ji aliyê çekdarên îslamî yên radîkal ên mîna Ehrar Elşam, El Nusra û komên din ve tê topbarankirin, êriş heta niha jî didomin.

Nûnerê Hevpebendiya Demokratîk li Şêx Meqsûdê, Mihemed Hemê li ser rewşa taxa Şêx Meqsûdê ji Rûdawê re got, ev 4 roj in êriş li ser taxa Şêx Meqsûd didome. Heta niha derdora 20 kes şehîd bûne û zêdetirî 60 kes jî birîndar bûne…

Mihemed Hemê li ser çawaniya dermankirina birîndaran û derfetên nojdariyê jî got, ji ber ku rê tine birîndar derbasî nexweşxanê bên kirin, piranî şehîd dibin. Derzî û derman jî tine.

Wî şêniyê taxa Şêx Meqsûd da zanîn ku hîn hinek kes di bin kavilên xaniyan de mane û got, piraniya kuştî û birîndaran, zarok û jin in. Tax jî hatiye dorpêçkirin.

Mihemed Hemê anî ziman ku wan gazî gelek sazî û rêxistinên navdewletî kirine ji bo ku pêşiya wan êrişan bigirin lê heta niha ti kesî bersiva wan nedaye.

Hemê di dawiyê de daxwaza derzî û dermanan kir û got, xwarin zêde ne girîng e tenê pêdiviya me bi derman heye…

YPGê jî ragihand, bersivek tûj dane çekdarên îslamî yên êrişî taxa Şêx Meqsûd dikin û 36 çekdar kuştine zêdetirî 70 çekdar jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst