Îsraîl hinek deverên Sûriyeyê ji çekan paqij dike

Duh li 03:40
RÛDAW
Çekdarên li Sûriyeyê / Wêne: Ji dîmenan
Çekdarên li Sûriyeyê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Artêşa Îsraîlê Sûriye Nemana Çekan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê deverên Sûriyeyê yên ku xistine bin kontrola xwe ji çekan paqij dike.

Artêşa Îsraîlê ji xelkê deverên sînorî yên Sûriyeyê xwestiye ku çekên xwe radest bikin.

Îsraîlê 48 saet ji bo radestkirina çekan ji xelkê deverên sînorî yên Sûriyeyê diyar kiriye.

Mihemed Mazin muxtarê gundê Cibata Xeşebê yê parêzgeha Quneytire ya Sûriyeyê ye.

Gund dikeve navçeya bilindayiyên Colanê.

Artêşa Îsraîlê jê xwestiye ku ji xelkê xwe re bibêje, wan çekên artêşa berê ya Sûriyeyê li pey xwe hiştine, radest bikin.

“Divê di nav 48 demjimêran de çekan radest bikin”

Muxtarê Gundê Cibata Xeşebê Mihemed Mazin got:

“Civînek li gel wan hat kirin. Wan got divê di nav 48 demjimêran de çekan radest bikin.”

Gund dikeve herêma bêçek a di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de.

Artêşa Îsraîlê piştî rûxîna Beşar Esed pêş ve çû. Herêm êdî ne bêçek e.

Xelk dibêjin leşkerên Îsraîlê jiyana wan a rojane têk daye.

“Di nav xelkê de tirs çêbûye”

Mihemed Mazin her wiha got:

“Me ji wan xwest ku hêzên xwe yên gerok nebin nav gund.

Gelek dihatin û carna tank û zirxpoş jî bi wan re bûn. Hatina wan bû sedema belavbûna tirsê di nav xelkê de.”

Piştî rûxîna Esed, beşek ji leşkeran çekên xwe radestî desthilata nû ya Sûriyeyê kirin.

Hinekan jî di dema revê de çekên xwe bicih hiştibûn û xelkê ew çek biribûn.

Mihemed Mazen got, “Me ji xelkê xwest ku her çeka birine yan çeka wan bi xwe be, radestî cihekî diyarkirî bikin.”

Beşek ji xelkê gund pabendê vê daxwazê nebûn.

Neteweyên Yekbûyî berdewam çavdêriya wê herêma ku ji bo bêçekkirinê hatiye diyarkirin dike û ji hemû aliyan dixwaze ku pabendê rêkeftina rawestandina şer a sala 1974ê û dûrxistina herêmê ji çalakiyên leşkerî bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst