Li Helebê Ermeniyên Ortodoks cejna Krîsmasê pîroz kirin

07-01-2022
Loloxan
Wêne: AFP
Wêne: AFP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Helebê yê li bakurê Sûriyê, Ermeniyên Ortodoks cejna jidayikbûna pêxember Îsa Mesîh li nav Katedraya Çil Şehîdan kirin, ku avakirina wê vedigere bo sedsala 15ê Zayînî.

Mesîhiyên Ortodoks her sal di 6ê Çile de cejna jidayikbûna pêxember Mesîh saz dikin, ev jî li gor rojjimêra Julyanî tê kirin.

Sîlva Dîban, akinciya Helebê derbarê cejna îsal de dibêje, Di cejna borî de rewşa me ya aborî ji ya niha zêde baştir bû. Kesên ku rewşa wan berê baş bû, niha rewşa wan nebaş bûye. Me di vê cejnê de nikarîbû zarokên xwe bi lîstokekê û ne bi tiştên nû dilxweş bikin, û ne xweşiyê jî ligel wan bibînin.

Katedraya Çil Şehîdan a Ermeniyan dikeve Helaba kevin,  di navbera salên 2021-2016an de ji ber şerê di navbera hêzên hikûmetê û grûpên çekdar de zirareke mezin gihîştibû wê dêrê.

Li gor saziyên Ermenî li Sûriyê, berî şerê navxwe yê Sûriyê, di navbera 70 heta 80 hezar Ermenî li vî welatî hebûn ku zêdeyî nîvê wan li Helebê bûn, lê niha li gor heman çavkaniyan tenê 15 hezar Ermenî li Sûriyê mane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst