Desteya Tehrîr El-Şam amarên 50 rojî eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Tehrîr El-Şam anku Cebhet El-Nusre ya berê ragihand ku di van 50 rojên derbasbûyî de 90 çekdarên DAIŞê û bi dehan çekdarên rêxistinên din ji aliyê wan ve hatine girtin.

 

Navenda Desteya Tehrîr El-Şam di daxuyaniyekê diyar kir ku hinek aliyên çekdar li Idlib û her du herêmên Heleb û Hema hewl didin bibin desthilatdar û dest deynin ser deverê.

 

Desteya Tehrîr El-Şam dibêje ji ber wê sededê yekê Dezgeha Ewlekariyê ya Tehrîr El-Şam dest bi operasyonekê kiribû, ku têde bi dehan çekdar hatin kuştin û di heman demê de jî, zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê û aliyên din hatine girtin.

 

Desteya Tehrîr El-Şam eşkere dike, heya ku ew dever bi tevahî, ji van çekdaran neyê paqijkirin, dê operasyonên wan berdewam bin.