Komên çekdar nêzîkî navenda Humsê ne

06-12-2024
RÛDAW
Nîşan Hums
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku Heyeta Tehîr El Şamê (HTŞ) û SMO ketin hundirê bajarê Humsê yê Sûriyeyê.

Komên çekdar ên Heyeta Tehrîr El-Şamê (HTŞ) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ya ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ber bi parêzgeha Humsê ya stratejîk a Sûriyeyê ve diçin.

Parêzgeha Humsê dikeve ser rêya Şamê.

Heyeta Tehrîr El-Şamê (HTŞ) ku ji 27ê mehê ve bi hêzên Hikûmeta Sûriyerê re şer dike û navenda bajarê Hemayê kontrol kir û ber bi parêzgeha Humsê ve bi pêş ve diçe.

Heyeta Tehrîr El-Şamê (HTŞ) ya ku navenda navçeyên Rasten û Telbîseyê bi dest xistin, piştî ku ket taxa Vaerê ya li rojavayê navenda bajêr, derbasî hundirê navendê bûn.

Di dema ku şer û pevçûnên di navbera partiyan de didomin de, komên li dijî Hikûmta Sûriyeyê hewl didin ji xalên cuda derbasî nava bajêr bibin.

Bi hezaran kes ji malên xwe derketin

Bi hezaran kes derdora nîvê şevê ji bajarê Humsê yê navendî reviyan.

Komên çekdar hewl didin ku êrişên xwe yên ji nişka ve li ser hêzên hikûmetê ber bi başûr ve bibin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku bi hezaran kes ji şeva pêncşemê ve ber bi herêmên peravên rojavayê Sûriyerê direvin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst