Îdlib: Bermahiyên erdhejê ji bo çêkirina rê û bajaran tên bikaranîn

06-12-2023
RÛDAW
Îdlib: Bermahiyên erdhejê ji bo çêkirina rê û bajaran tên bikaranîn
Îdlib: Bermahiyên erdhejê ji bo çêkirina rê û bajaran tên bikaranîn
Nîşan Îdlib Erdhej Bermahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî nêzîkî 10 mehan ji erdhejên 6ê Sibatê li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê dest bi rakirina bernahiyan hate kirin.

Li bajarê Sermedê yê parêzgeha Îdlibê, buldozer û amûrên mezin, kevir û bermahiyên avahiyên herifî dişikînin û hûr dikin.

Kar di çarçoveya projeyekê de tê kirin ku bermahî bêne rakirin û ji bo çêkirina rêyan û pakkirina navçeyan xebat were kirin.

Rêveberê projeyê Ehmed El-Ebdella anî ziman:

“Qebareya giştî ya di vê projeyê de hatiye armanckirin, rakirina 250 hezar metre sêca ya kavilan e. Aniha em gihiştine derdora 100-110 hezar metre sêcayan ku hatine nûkirin û hûrkirin.

Ew ji bo çêkirina rêyan tê bikaranîn. Armanca me ew e ku em 40 kîlometre rêyê çandiniyê ji bo çêkirina meydanên giştî û kampan terxan bikin.”

Cîgirê Koordînatorê Herêmî yê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê diyar kir ku peydakirina pereyan ji bo van navçeyan gelekî bendkirî û sînordar e.

Ew dixwaze ku alîkarî û piştgiriya projeyên wiha were kirin.

“Tenê ji sedî 30ê wê hatiye peydakirin”

Cîgirê Koordînatorê Herêmî yê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê David Carradine got:

“Rewşa mirovî li bakurê rojavayê Sûriyeyê heta astekê trajedîk e. Bi rastî xelk ji bo kêmbûna peredarkirinê êşê dikişîne.

Di plana bersivdana mirovî de ku 5,4 milyon dolar pêwîst bûn tenê ji sedî 30ê wê hatiye peydakirin. Ev jî hevdem e ligel rewşa aloz û zêdebûna êrişan ku dibe sedema koçberiyê.”

Di vê projeyê de nêzîkî 600 karmendî ku ji wan 200 jin in dixebitin, bermahiyên xanî û malên wêran, ji bo çend karên xizmetguzariyê têne bikaranîn.

Karker Cuma El-Seyîd jî got:

“Li vê derê gelek mal hebûn, hemû wêran bûn. Em li vê derê dixebitin û ax û keviran hiltînin û hûr dikin ji bo ku em di hin projeyên din de, sûdê ji wan bibînin.

Wek mînak, çêkirina rê û navçeyan û tiştên din ên ku ji bo vê deverê pêwîst e.”

Piştî nêzîkî 10 mehan ji erdhejên ku 6ê Sibatê ku li gelek navçeyên Sûriye û Tirkiyeyê bû sedema wêraniyuê, niha li Îdlibê, ew bermahiyên avahiyên herifî, ji bo çêkirina rê û meydanan têne bikaranîn.

Derdora 4 milyon û 500 hezar niştecihî li parêzgeha Îdlibê dijîn û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.

Ji sedî 50ê wê hejmarê, 12 sal in di rewşeke zehmet de, di nav kampan de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst