Rûsya: Firokeyên Amerîkayê li Sûriyeyê astengiyan ji firokeyên me re çêdikin

06-12-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Amerîka Sûriye Firoke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Rûsyayê ragihand ku firokeyên şer ên Amerîka û endamên din ên Hevpeymaniya Navdewletî, gelekî diçine ezmanê wan navçeyên Sûriyeyê ku ji aliyê Rûsya ve têne çavdêrîkirin.

Artêşa Rûsyayê herwiha diyar kir ku firokeyên şer ên Amerîkayê li ezmanê Sûriyeyê astengiyan ji firokeyên wan re çêdikin.

Alîkarê Serokê Navenda Aştewahiyê ya Rûsyayê ji bo Sûriyeyê Vadim Kollet ragihand ku roja yekşemê, firokeyên Amerîka û welatên din ên Hevpeymaniya Navdewletî şeş caran ezmanê sînorê çavdêriya wan, li nêzîkî Tenefê, li başûrê rojhilatê Sûriyê derbas kiriye.

Ew fermandeyê Rûsî dibêje, bi rêya firokeyên F15ê yên Amerîkî, firokeya Rafal a Fransî û gelek corên dronan ew binpêkarî hatine kirin.

Rûsya, Amerîka û Îsraîl, mekanîzmaya wan a hevtêgihiştina hevbeş li Sûriyeyê heye, li ser wê bingehê jî ti yek ji wan êrişî ser yên din nake, tevî ku Rûsya û Amerîka di pirsa Sûriyeyê de li bereyên dijî hev in.

Vadim Kollet rexne li serederiya Amerîka û endamên din ên Hevpeymaniya Navdewletî kir û got:

“Firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, bi serokatiya Amerîkayê, di dirustkirina rewşa metirsîdar de berdewam in û dibe ew rewş pevçûna ezmanî û di encamên de rewşa ezmanî ya Sûriyeyê têk biçe.”

Ew fermandeyê Rûsyayê nîşan bi wê yekê dide ku tenê di Çiriya Paşîna îsal de, firokeyên Amerîkay û endamên din ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, 206 caran sînorê ezmanî yê wan navçeyên Sûriyeyê binpê kiriye ku nabe biçin nav wan navçeyan.

Baregeheke mezin a leşkerên Amerîkayê li Tenefê heye ku navçeyeke ketiye ser sînorê Îraq û Urdinê.

Ev tometên Rûsyayê di demekê de ne, vê havînê Amerîkayê gelek caran artêşa Rûsyayê li Sûriyeyê bi wê yekê tometbar kiriye ku bi rêya dron û firokeyên şer, astengî ji artêşa Amerîka re çêkiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst