Idlib: Di mûşekbarana artêşa Sûriyê de 6 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor çavkaniyên xwecihî yên Sûriyê, artêşa Sûriyê kampeke koçberan li Idlibê bombebaran kiriye û bi kêmanî şeş kes hatine kuştin. Medya Sûriyê jî dibêje, artêşa Sûriye û Rûsyayê bi firokeyan pêgehên Desteya Tehrîr el-Şam bombebaran kirine.

Roja Yekşemê 6ê Mijdara 2022ê, çavkaniyên xwecihî yên Sûriyê ku çavdêriya binpêkirinên şer dikin, belav kirine ku artêşa Sûriyê “30 mûşek avêtine navçeyên jêr desthilata opozisyonê, di nav de Kampa Meram li Idlibê û şeş kes hatine kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûne.” Herwiha dibêjin di nav kuştiyan de du zarok û jinek hene.

Hevdem hinek çavkaniyên xwecihî behsa wê yekê dikin ku di bombebaranê de 30 kes birîndar bûne. Medya ser bi hikûmeta Sûriyê jî dibêje, artêşa Sûriye û Rûsyayê bi firokeyan pêgehên Desteya Tehrîr el-Şam kirine armanc ku ji 2016an ve destê xwe daniye ser wê parêzgeha Bakurê Rojavayê Sûriyê û grûpa herî serdest a çekdarî ye li parêzgehê.

Ji dema şerê navxwe yê Sûriyê di sala 2011an de destpê kiriye, bi sedan hezar kes hatine kuştin û nîvê niştecihên wê jî ku berî şer 23 milyon bûn derbider bûne. Ev ji xeynî wêraniya ku ji ber topbaran û bombebaranê çêbûye.