Li Dêrezorê bombebaran

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dêrezorê baregehên komên çekdar ên nêzîkî Îranê hatin bombebarankirin.

Li gorî çavkaniyên cihî, wesayîtên şer ên hewayî piştî nivê şevê cebilxaneya Eyaşê ya li navenda Dêrezorê kiriye hedef.

Hat zanîn ku piştî êrişê teqînên bihêz çêbûne.

Heta niha li ser êrişê ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Li hêla din, nayê zanîn bê ma êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Komên çekdar ên nêzîkî Îranê 4ê Çiriya Pêşîn hewl dabû bi mûşekan êrişî Tesîsa Konîkoyê ya Gazê bikin ku hêzên Amerîkayê lê bi cih bûne.

Divê were gotin, liv û tevgera kom û komikên çekdar ên nêzîkî Îranê li navenda Dêrezorê û heta bi navçeya El-Bûkemalê ber bi çav e.

Xaka Dêrezorê ya li rojhilatê Çemê Feratê di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û navenda bajêr û rojavayê çêm jî di kontrola Hikûmeta Sûriyeyê û komên Îranî de ne.