SÛRIYE – Rêûresma derçûnê bûn şîn: 89 kes mirin, 277 birîndar hene

06-10-2023
Nîşan Sûriye Hims Derçûn Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Himsê yê Sûriyeyê, bi dronan êrişî rêûresma derçûnê hat kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê da zanîn ku di vê êrişê de 89 kesan canê xwe ji dest daye û 277 kes jî birîndar bûne.

Wezaretê da zanîn ku di nav miriyan de 31 jin û 5 zarok jî hene.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê doh piştî nivro ragihandibû ku bi dronan êrişî dibistaneke leşkerî hatiye kirin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de amaje pê kir ku “grûpên terorîst ên li qada navdewletî naskirî” ev êriş pê aniye.

Hat ragihandin ku di nava kuştiyan de sivîlên ku hatine rêûresma derçûnê jî hene.

Hikûmeta Sûriyeyê îro “3 roj şîn” ragihand.

Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, grûpên ku Amerîka û hêzên navdewletî piştgiriyê didin wan tawanbar kirin.

Wezareta bangî Lijneya Ewlehiyê ya Netweyên yekbûyî kir da ku êrişê şermezar bike.

Li gorî hinek angaştan, hinek rayedarên Sûriyeyê jî li rêûresmê bûn û Wezirê Parastinê yê Sûriyeyê Elî Ebas jî di êrişê de birîndar bûye.

Li aliyê din, çavkaniyeke ji hêzên ewlehiyê detnîşan kir ku Elî Ebas beriya êrişê ji wê derê çûye.

Himsa ku 180 kîlometreyî dûrî Şamê ye yek ji wilayetên herî mezin ên Sûriyeyê ye.

Li Himsê gelek kolej, baregehên leşkerî û rafineriyên petrolê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst