Hin zanyarî li ser hilbijartinên xwecihî yên Sûriyê

06-09-2022
RÛDAW
Tora Medyayî ya Rûdawê zanyariyên taybet derbarê pêgeha Kurdan li parêzgeha Helebê bidest xistine.
Tora Medyayî ya Rûdawê zanyariyên taybet derbarê pêgeha Kurdan li parêzgeha Helebê bidest xistine.
Nîşan Sûriye Hilbijartinên Xwecihî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrên hilbijartinên Encûmenên Rêveberiyên Xwecihî li Sûriyê, hatine diyarkirin û bangeşeya hilbijartinê destpê kiriye.

Tora Medyayî ya Rûdawê zanyariyên taybet derbarê pêgeha Kurdan li parêzgeha Helebê bidest xistine.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ji tevaya 100 kursiyî, li Encûmena Parêzgeha Helebê, 9 kursî ji bo herdu herêmên Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê ne, herwiha yên gundê Til Erenê li rojhilatê Helebê, hatine terxankirin.

4 kursî bo Efrînê. Bi awayekî ku, ¾ ji berbijêrên Efrînê wê Kurd bin. 4 kursî bo Kobaniyê. Bi awayekî ku, 2/4 ji Kobaniyê wê Kurd bin. 1 kursî bo Til Erenê.  Bi awayekî ku, 1/1 li Til Erenê wê Kurd be.

Li Parêzgehên Hesekê û Reqayê, heta niha rêjeya Kurdan nehatiye diyarkirin.

Derbarê amadekariyên hikûmetê ji bo van hilbijartinan, li navçeyên Rêveberiya Xweser; Li Hesekê 6 bazneyên hilbijartinana wê hebin, 153 yekeyên rêveberî yên ser bi hikûmetê hene, 7 encûmenên bajaran û 55 encûmenên bajarokan û 91 encûmenên şaredariyan li xwe digirin.

Li Reqayê 4 bazne hene. Li Dêre Zorê 3 bazneyên hilbijartinên Encûmenên Xwencihî yên ser bi hikmûetê ne, lê li navçeyên ser bi Rêveberiya Xweser in.

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed, roja 03ê Tebaxa 2022yan, ragihande ku, ew hilbijartin dê roja Yekşemê 18ê Îlona 2022yan, bêne kirin.

Serokê Komîteya Bilind a Dadweriyê ya Hilbijartinan, şêwirmend Cîhad Murad ragihandiye ku, hejmara berbijêrên ku wê li ser 19 hezar û 86 kursiyan têkevin kêbirkiyê ji bo van hilbijartinan, 59 hezar û 498 berbijêr e.

Her bi gotina Serokê Komîteya Bilind a Dadweriyê ya Hilbijartinan: Hezar û 470 yekeyên rêveberî hene, li ser 14 parêzgehên Sûriyê dabeş dibin, 158 bajar, 572 bajarok û 726 şaredarî.

16ê Îlona sala 2018an jî, hilbijartinên encûmenên xwecihî hatin birêvebirin û 40 hezar berbijêr li ser 18 hezar û 478 kursiyan tê de beşdar bûn û ketin rikaberiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst