Li Reqayê mizgeft û cihên olî tên nûjenkirin

06-09-2019
RÛDAW
Heta niha ji sedî 60ê mizgeftan hatine nûjenkirin
Heta niha ji sedî 60ê mizgeftan hatine nûjenkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Reqayê, projeya nûjenkirina mizgeftan û cihên olî hatiye destpêkirin.

Komîteya Niştimanî ya Karûbarên Olî, ya ser bi Encûmena Sivîl ya Reqayê ve, dest bi nûjenkirina mizgeftan kiriye ku ji ber şerê DAIŞê ziyan dîtine.

Li gor amarên wê komîteyê, di dema şerê li dijî DAIŞê de 23 mizgeft bi temamî hatine jinavbirin û ziyan gihiştiye çend mizgeftên din jî.

Ew komîte dibêje, ku heya niha ji sedî 60ê mizgeftan hatine nûjenkirin.

Li Reqayê Komîteyên Milî yên Ofîsa Karûbarên Olî yên ser bi Encûmena Sivîl ve, proseya nûjenkirina mizgeftên ku ji ber şerê DAIŞê têk çûbûn destpê kiriye. Proseya nûjenkirina mizgeftên Reqayê bi hevahengî di navbera Encûmenê û xêrxwazan de tê piştîvanîkirin.

Serokê Saziya karûbarê Olî li Reqayê Elî Nayif, derbarê vê mijarê de dibêje, “Ev mizgeft bi tevahî hatin wêrankirin, lê niha bingehên hemûyan hatine bilindkirin. Hinek mizgeft nimêj û Xutbeya Înê li wan tê kirin, di dawiya îsal de wê 83 mizgeft li nav bajar amade bibin, herwiha li parêzgehê wê 395 mizgeft bên nûjenkirin.”

Di navbera salên 2014-2017an de, piraniya mizgeftên bajar û parêzgeha Reqayê ji ber şer û bombebaranê têk çûn û gelek ji wan mizgeftan li gor HSDê û Hevpeymaniyê, DAIŞê ew kiribûn cebilxane û navendên leşkerî.

Endamê Ofîsa Nûjenkirina Mizgeftan Îbrahîm Hesen, diyar dike ku dest bi avakirina mizgeftên wêrankirî hatiye kirin û radigih,ne, “Li ba me 23 mizgeft bi tevahî di şerê DAIŞê de hatibûn wêrankirin û yên din kêm zerar dîtibûn. Mizgeftên ku kêm zerar dîtibûn hatin nûjenkirin û nimêj di wan de tê kirin, lê mizgeftên wêrankirî hê jî tên nûjenkirin, ji sedî 60-70 kar di wan de hatiye kirin. Tenê 4 mizgeft mane, heta niha me dest bi nûjenkirina wan nekiriye.”

DAIŞê di dema ragihandina ‘Xîlafet’a xwe de li Reqayê, mizgeft wek navendên propagendeyê bikar anîn û di dema şer de bûn armanc.  Li gor Hevpeymaniya Navdewletî dema DAIŞê ew mizgeft wek navendên leşkerî bikar anîn, hevdem wan mizgeftan rêzbendiya yasayî û pîroziya olî ji dest dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst