Mizintsev: Danîmarka û Belçîka dixwazin panaberên Sûrî vegerînin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Navenda Biryargeha Serfermandariya Giştî ya Rûsya Mikhail Mizintsev ragihand, ku her diçe welatên Rojava fam dike şerê nevxwe li Sûriyê bi dawî dibe û got, ji bo vegera penaberên Sûriyê hemû karekî dike.

 

Mikhail Mizintsev ragihand ku Serokê Sûriyê biryar daye parastina penaberên Sûrî bike dema vegerin ser warên xwe û ciwanên ku navên wan bo leşkeriyê hatiye, dikarin piştî vegera wan bi salekê, leşkeriya xwe bikin.

 

Mizintsev diyar kir: “Her diçe di nava civaka Navdewletî de tê famkirin ku şerê naxwe yê Sûriyê ber bi dawiyê diçe û Sûriye jî amade ye dest bi reforman bike. Lê welatên Ewropayê jî nikarin xwe ji vê pirsê dûr bigirin, ji ber krîza penaberan û mesrefên zêde yên xwedîkirina penaberan, wiha li welatên rojava dike ku ew rêyên din bigerin daku ji rewşa niha derbikevin.

 

Serokê Navenda Biryargeha Serfermandariya Giştî ya Rûsya Mikhail Mizintsev got: “Niha mijara vegerandina penaberên welatên Danîmark û Belçîka jî bi awayekê germ gotûbêj dikin. Serokê Sûriyê ferman kiriye, her penaberekî Sûrî dema vedigere malên xwe û belgeyekî jî di destî wî de îspat bike ku  ew mal û milkê wî ne, dê were vegerandin, herwiha Serokê Sûriyê biryar daye hemû alîkariyek ji bo penaberan pêşkêş bikin û ew ku eger leşkeriya xwe jî nekiribin, piştî vegeriyan salek sera debas bibe ew dikare careke din leşkeriya xwe bike.”