Hewlêr (Rûdaw)- Li parêzgeha Siwêda ya li başûrê Sûriyê ku piraniya şêniyên wê dirzî ne, “rêveberiya xweser” hat raghîhandin.
Li gorî malpera Kelam El-Yewm, piştî ku roja înê komeke çekdar mezineke herêma Siwêda bi navê Wehîd El-Belûs li ser riya Dehir El-Cebel kirin armanca xwe û ew û 7 kesên din kuştin.
Rûspiyên herêmê û gel hêzên rêjîma Sûriyê tewambar kirin û gotin ku ew li dû êrîşê ne û ji wê rojê de Siwêda bû parêzgeheke din ku li Sûriyê ji bin desthilatdariya hikûmetê derkeve.
Teqîna 4ê Îlonê li bû sedema derketina xwepêşandanên berfireh li wê deverê û derketina beyanameyekê ji aliyê hêza dirziyan a çekdar, ku tê de hate ragihandin Siwêda û Çiyayê Dirziyan bûye “herêmeke rizgarkirî”.
Li gor daxuyaniya Rîcal Elkerame (mêrxasên rûmetê), dê saziyên fermî ji aliyê rêveberiya xweser bêne birêvebirin û bang li civaka navdewletî kirine ku, herêma Siwêda bibe herêmeke prastî ji aliyê hêzên navdewletî ve.
Piştî kuştina Wehîd Belûs di wê teqînê de, birayê wî Refet Belûs bû mezinê Rîcal Elkerama, ku li parêzgeha Siwêda ya ku bi paytexta dirziyan di nav Sûriye de tê naskirin, dimîne û niha ala dirziyan di cihê ala fermî ya Sûriyê de li Siwêda hatiye bilindkirin.
Parêzgeha Siwêda li başûrê Sûriyê dikeve û piraniya şêniyên wê ji pêkhateya dirzî ne, ji destpêka şoreşa Sûriyê de heta niha tu aloziyên cidî li Siwêda pêk nehatibûn, di demên dawî de li herêmê hewldanên xwerêxistinkirinê dihate kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse