Encûmena Sivîl a Reqayê dest bi projeyeke çandina daran kir

06-08-2019
RÛDAW
Ofîsa Daristan û Baxçeyan li Reqayê, nêzîkî 60 hezar dar çandine
Ofîsa Daristan û Baxçeyan li Reqayê, nêzîkî 60 hezar dar çandine
Nîşan Reqa Sûriye Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Sivîl a Reqayê projeyeke çandina daran li parêzgehê bi rê ve dibe. Ofîsa daristan û baxçeyan ser bi encûmenê, nêzîkî 60 hezar dar li navçeyê çandine. Di nav wan de, darzeytûn, darxurme û darên hinar û hejîran jî hene.

 

Encûmena Sivîl a Reqayê hewl dide ku navçeya kesk li derdora wî bajarê li rojhilatê bakurê Sûriyê biparêze û geş bike. Ji bo pêkanîna vê armancê, encûmen daran diçîne û xizmetên pêwîst ji bo zeviyên çandiniyê pêşkê dike.

 

Heya niha ofîsa daristan û baxçeyan ser bi encûmenê, nêzîkî 60 hezar dar li navçeyê çandine. Di nav wan de, darzeytûn, darxurme û darên hinar û hejîran jî hene.

 

Armanca vê projeyê ew e ku berhem zêde bibin û ji bo derve bên hinardekirin. projeyên çandiniya daran li gelek deveran hatine cîbicîkirin.

 

Ji Ofîsa Daristanan Ibrahîm Mihemed dibêje: "Ofîsa me berpirs e di ber nêzî 60 hezar dar de, darên li ba me, zeytûn in. 25 hezar darên zeytûnan in, li daristana Tişrîn 10 hezar darên zeytûnan hene, û hin darên daristanî jî hene, li devera kargeha gazê jî 4500 dar hene. 1100 darxurme li navendê, li Xêtaniyê hene, 400 darên hinaran hene û 300 darên hejîran hene. herwiha darên daristanî hene û navçeyên parastî li 5 cihên din hene. Erkê ofîsê xizmetkirina li daran, gudan û parastina wan e."

 

Serpereştyarê projeyê dibêje ku wan li yek navçeyê nêzî 30 hezar darên zeytûnan çandine û hemû xizmetên pêwîst ji bo geşepêdana projeyê dabîn kirine.

 

Serpereştyarê projeyê Ebdulla el Hessab jî da zanîn ku hejmara darên zeytûnan li Ednaniyê derdora 30 hezar dar e û wiha pê de çû: “Em daran dikezêxin, nav wan cot dikin û wan av didin, herwiha dermanê dijî kêzikan li wan direşînin. Li ser kenala sereke jî me motorên avê siwar kirin, me sê motorên bîter siwar kirine da ku darên zeytûnan av bidin. Xertûm jî, 24-25 xertûmên me hene ji bo avdanê. Karker jî bin darên zeytûnan paqij dikin û wan av didin. Hejmara karkerên me 25 kes e"

 

Roja 17ê cotmeha 2017an, hêzên HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî bajarê Reqayê bi temamî ji destê çekdarên DAIŞê derxistibûn. Çekdarên DAIŞê wêraniyeke mezin li şûn xwe hiştibûn. Encûmena sivîl a bajêr hewl dide gav bi gav wan asewaran ji nav bibe û jiyana asayî lê vegerîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst