Ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniya li ser rewşa dawî

06-06-2018
RÛDAW
Nîşan Minbic Tirkiye Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-
Minbic (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku melcîsa wan êdî dikare di aliyê perwede û parastinê de erka xwe pêk bîne lewma koma şêwirmendiya leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe ji Minbicê vedikişe. Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê herwiha ragihand Tirkiye hewl dide siyasetên xwe li ser herêmê ferz bike.

Fermanariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê rewşa dawî ya Minbicê û vekişîna koma şêwirmendiyê ya YPGê de li devera Metahin daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Fermî yê Minbicê Şervan Derwîş ve hate xwendin.


Berdevkê Fermî yê Minbicê Şervan Derwîş bibîr xist ku wan wek Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 4ê Nîsana 2016an bi erêkirina Tirkiyê dest bi operasyona pêngava rizgarkirina Minbicê kirin û bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û şervanên YPGê 15ê Tebaxa 2016an de bajar rizgar kirin û wiha pê de çû:


“Di 16ê Mijdara sala 2016an de me wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rêveberiya ewlekarî û leşkerî ya Minbicê wergirt. YPGê wê demê bi daxuyaniyeke fermî vekişîna xwe ya ji bajar ragîhand. Ev yek jî bi merasîma leşkerî pêk hat.Me wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xebatên xwe yên avakirina saziyên rêxistinî ji bo parstina bajar dewam kir. Li ser vê yekê û li ser daxwaza me komek YPGê ji bo xebatên perwedeyê li Minbicê bi erêkirina Koalîsyona Navdewletî man.”


Şervan Derwîş diyar kir ku meclîsa wan êdî dikare di aliyê perwede û parastinê de erka xwe pêk bîne, lewama tîfaq bi YPGê re hate kirin ku koma wan a şêwirî ji Minbicê vekişe û wiha axifî: “Xebatên vekişînê dê di nava rojên pêş de pêk were. Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tekez dikin ku em dikarin parastina ewlekariya Minbic û sînorê wê ji gef û xeteriyên derve pêk bînin.”


Derwîş destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide siyasetên xwe li ser herêmê ferz bike û wiha got: “Li Cerblus, Bab, Ezaz û Efrîn şer, revandin, girtin û tevlhevî tê rû didin.Hejmara koçberan barekî giran li ser me jî çêkiriye, hejmare wan ji ber şerê li Cerblus û Babê ku di navbera çekdarên piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin pêk hatiye. Di heman demê de guhertina demografî ku li Efrîn û Babê pêk tê didome û NY jî ev yek belge kir. Ev nîşana herî ber bi çav a têkçûna rêveberiya mirovahî ya Tirkiya ku dixwaze aramiya herêmê binpê bike û demografiya herêmê bide guhertin, bi vê yekê jî armanca xwe ji dagirkirina bajarê Sûriyê nîşan dide.


Lewma bi dehan komên çete yên girdayî dewleta Tirk riyan qut dikin û bace li ser welatiyan ferz dikin, her wiha ciwan, jin û zarokan  direvînin û wêraniyê ji herêmê pêk tînin.  Rê nadin ku sivîl vegerin gund û bajarên xwe, Tirkiyê ji herêmê re ji bilî wêranî û ruxandinê ne aniye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst