El-Nusra Xan Toma ji kontrola Artêşa Sûriyê derxist

06-05-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li derdora bajarê Helebê şerekî giran di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyê û çekdarên Cebhet El-Nusra de qewimî û El-Nusra karî gundê stratejîk ê Xan Toman û çend gudên din li başûrê Helebê kontrol bike.

 

Di demekê de ku, bi danûstandinên navbera Amerîka û Rûsya, agirbest li Helebê hatiye ragihandin, lê belê şerên giran li derdora Helebê di navbera hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyê û çekdarên komên îslamî û dijbereyê de diqewimin.

 

Tenê rojekê piştî êrişa bo ser kampekê li nêzîkî Helebê ku di encamê de bi dehan kes hatin kuştin, şerekî dijwar li başûrê bajarê Helebê di navbera çekdarên Cebhet El-Nusra û hêzên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve derket.

 

Li gor zanyariyên ji France Press û Reutersê ve, li başûrê Helebê di navebra hêzên Hikûmeta Sûriyê û çekdarên Cebhet El-Nusra de şerekî tund derket û bi dehan kes têde hatin kuştin.

 

Reutersê ragihand, ku şerê li başûrê Helebê bi qazanca rêxistina Cebhet El-Nusra bi dawî hat û çekdarên El-Nusra karîn piştî şerekî giran gundê stratejîk ê Xan Toman  ji destê hêzên Sûriyê derxînin.

 

Li gor nûçeya Reutersê, hêzên Hikûmeta Sûriyê û hevpeymanên wê yên şîe ku Îran piştgîriya wan dike, neçar bûn ber bi paşve biçin.

 

Çekdarên El-Nusra şevê din bo kontrolkirina gundê Xan Toman dest bi êrişeke berfireh bo ser wî gundî kirin. Çekdarekî koma Ecnad El-Şam ku hevpeymanê Cebhet El-Nusra ye, ji Reutersê re ragihandiye, ku ji şeva borî ve şerekî gelek giran di navbera her du aliyan de hebû.

 

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê jî kontrolkirina Xan Toman ji aliyê çekdarên Cebhet El-Nusra ve piştrast kir û da xuyakirin, ku di encama şerê li wî gundî 70 kes hatine kuştin.

 

Gundê Xan Toman li nêzîkî cadeya otoban a Heleb-Şamê ye.

 

Di demsala zistanê de hêzên hikûmeta Sûriyê karîbûn, çekdarên komên îslamî li Xan Tomanê derxînin.

 

Ajansa France Press jî da xuyakirin, ku çekdarên El-Nusra di şerekî 24 saetî de gundê Xan Toman û çend gundên din ên derdora wî gundî ji destê leşkerên Sûriyê derxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst