Dorpêça hêzên Sûriyê li ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam e

06-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyê li ser taxa Kurdan a Şêx Meqsûd li bajarê Helebê, berdewam e.

Zanyariyên xwecihî ku ji Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê hatine bidestxistin, diyar dikin ku hevdem ligel berdewamiya dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyê li ser wê taxê, rêbendên “Firqeya Çarem” rêgiriyê li ber derbaskirina pedewîstiyên sereke yên rojane dike, bi taybetî ard û sotemenî. Di nav de jî astengiyê ji nişteciyên wê taxê re dirust dikin û bi dehan ciwan jî girtine.

Di encama wê rewşê de, bêhtir ji 200 hezar nişteciyên Taxa Şêx Meqsûd ku piraniya wan Kurd in, bi hejmara 31 hezar malbatê, li gorî amarên dawî yên Şaredariya Gel a Helebê, li jêr gef û metirsiyê ne.

Bi awayekî ku embar ji keresteyan vala bûne û roja Sêşemê 05ê vê meha Nîsanê nan nehate peydakirin.

Barê dawî yê keresteyên xwarinê ku derbasî Taxa Şêx Meqsûd bûbû, 13yê Adara 2022yan bû. Ji wê demê ve rê li ber derbaskirina wan keresteyan hatiye girtin.

Li kêleka wê jî beşek ji Taxa Eşrefiyê, ku li kêleka wê taxê ye, ketiye jêr heman dorpêçê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst