Şaredariya Gel a Kuberê pira di navbera Dêrezorê û Reqayê de ava dike

06-04-2019
RÛDAW
Li herêma Dêrezorê pirsgirêkên ximzetguzariyê derdikevin
Li herêma Dêrezorê pirsgirêkên ximzetguzariyê derdikevin
Nîşan Reqa Dêrezor Pir Kuber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Kuber ê ser bi Dêrezorê,  Şaredariya Gel dest bi nûavakirina pira ku Dêrezorê û Reqayê bi hevdû ve girê dide. Rojane xelkê navçeyê û barhilgir di ser pira Kuber re derbas dibin, di dema rabûna lehiyê de rê li ber wan tê girtin, ev jî ziyanê dighîne tevgera çûnûhatin û bazirganiyê. Di Adara 2017an de şervanên HSDê ew ji dest çekdarên DAIŞê derxistin.

 

Şaredariya Gel a Kuber dest bi nûjenkirina pira Kuber kiriye ku Dêrezorê û Reqayê bi hevdû ve girê dide. Li gor berpirsên Şaredariyê çekdarên DAIŞê di şer de ew pir jinav biribûn, piştre Şaredariyê ew nûjen kir, lê ji ber lehiyê pir têk da, niha careka din çêdikin.

 

Derbarê vê yekê de Endamê Şaredariya Kuber Xelef Casim got: “Ev pir di şerê dijî DAIŞê de ji nav çû, herwiha ji ber baran û lehiyê jî zerar dît, me gelek caran hewl da wê nûjen bikin, lê bê fêde, em bi hêvî ne rêxistinên peywendîdar alîkariya me bikin, bi rastî borî biçûk in û xwe li ber avê nagirin, ev yek jî gelekî metirsîdar e bo gund."

 

Rojane xelkê navçeyê û barhilgir di ser pira Kuber re derbas dibin, di dema rabûna lehiyê de rê li ber wan tê girtin, ev yek jî zerarê dighîne tevgera çûnûhatin û bazirganiyê.

 

Endamê Şaredariya Kuber Elî Nûrî jî dibêje: “Ev pir Dêrezor û Reqayê bi hev ve girê dide, lewra divê bê nûjen kirin, Şaredarî hewl dide çêbike, rojane 40 barên şose lê tên valakirin, em daxwaza alîkariya diravî ji komîteyên xizmetguzariyê, Encûmena Dêrezorê û saziyên peywendîdar dikin, daku em pirê nûjen bikin."

 

Gundê Kuber gundekî mezin e û 60 kîlometre dikeve bakurê rojavayê Dêrezorê ser çemê Firatê, di Adara 2017an de şervanên HSDê ew ji dest çekdarên DAIŞê derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst