Rêwiyên Efrînî yên hatibûn revandin, hatin berdan
Efrîn (Rûdaw) – Ew 300 rêwiyên Efrînê yên ku li bajarê Idlibê yê Sûriyê ji aliyê çekdarên îslamî yên radîkal ve hatibûn girtin, hatin berdan.
Jêderekî li Efrînê ji Rûdawê re got, ew rêwiyên Efrînê yên ku îro danê sibê li Idlibê ji aliyê çekdarên Cebhet el Nsurayê ve hatibûn girtin, hatin berdan.
Wî jêderî da zanîn, wan çekdaran ji rêwiyan re gotibûn ku YPG razî bûye girtiyên me berde lewma em we berdidin.
Îro danê sibê dema 12 mînîbûs ku tijî rêwiyên Efrînê bûn û diçûn Helebê, dema ji nav bajarê Idlibê re derbas dibûn, ji aliyê çekdarên Cebhet el Nusrayê ve hatibûn girtin.
Rêya sereke di navbera Efrîn û Helebê de nêzîkî 3 salan e ji ber şer hatiye girtin, lewma Efrînî neçar dimînin di nav bajarê Idlibê re derbas bibin û herin Helebê. Bi vî rengî rêya wan nêzîkî 13 saetan dirêj dibe.
Efrîn û Heleb tenê nîv saetê ji hev dûr in.