Hewlêr (Rûdaw) - Li taxeke Şama paytexta Sûriyeyê, kal û pîrek ku hevjînên hev in li mala xwe hatin kuştin.
Doh piştî fitarê Hisên Hesen Osmanê 75 salî û hevjîna wî Etiye Ehmed Osmana 65 salî li mala xwe ya li Şamê bi guleyan hatine kuştin.
Hemade Hisênê kurê wan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Dê û bavê min bi tenê li Şamê dijiyan.
Ew nêzîkî 50 sal in li wir dijîn lê ez berî 11 salan vegeriyam Rojavayê Kurdistanê.”
Hemade Hisên diyar kir ku dê û bavê wî piştî fitarê hatine kuştin û hêzên ewlehiyê lêkolînê li ser bûyerê dikin ku heta niha tiştek ji wan re negotine.
Hemade Hisên da zanîn ku dê û bavê wî, her yek ji wan “bi nêzîkî 5 guleyan ji serê xwe hatine kuştin û yekser canê xwe ji dest daye.”
Sedema bûyerê ji malbatê re nehatiye eşkerekirin lê kurê wan anî ziman:
“Kujeran zêr, pere û hinek tiştên giranbiha dizîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse