NY: Rejîm û Opozîsyona Sûriyê mafên mirovan binpê dikin

06-03-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Lêkolînerên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve daxwaz kirin ku binpêkirinên rênimayên şer li Sûriyê ji bo Dadgeha Tawanan a Navneteweyî bên veguhestin.

Di rapota binpêkirinan de hemû aliyên şerê navxwe yê Sûriyê bi binpêkirinan hatine tometbarkirin û berpisyariya berdewamiya van binpêkirinan xiste stûyê Konseya Ewlekariyê.

Lêkolîneran hêzên rejîma Sûriyê bi dorpêçkirin, topbarankirin û birçîkirina xelkên bajaran tometbar kirin. Herwiha grûpên radîkal jî bi revandin, kuştin û teqandina otomobîlên bombekirî li nav sivîlan tometbar kirin.

Di wê raporta navneteweyî de wiha hatiye gotin ku şer parçe bûye û bûye xwecihî û armancên wî cuda ne”.

Di heman raportê de behsa şerê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî PYDê û çekdarên radîkal ên îslamî jî hatiye kirin û wiha hatiye gotin: “Hêzên Kurd li bakurê rojhilata Sûriyê şerê grûpên çekdar ên radîkal dikin”.

Ji dema damezrandina komîteya lêkolînê di îlûna 2011an de, ev heftemîn raporta Neteweyên Yekbûyî ye ku derbarê rewşa Sûriyê de derdikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst