Berevaniya Sivîl a Sûrî: Em hewara xwe dighînin civaka navdewletî

Hewlêr (Rûdaw) - Erdheja îro zerereke zêde gihande parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê, yek ji bajarokên ku ziyaneke zêde dîtiye bajarokê Sermeda ye. Berdevkê Berevaniya Sivîl a Sûrî jî dibêje, tîmên wan ji serê sibehê ve ji bo derxistina welatiyan ji bin kavilan kar dikin, pêwîstiya wan bi alîkariyên civka navdewletî heye.

Îro du erdhej bihêz ku navenda wê parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bû, ji bilî tevahiyên bajarên wê parçeyê Kurdistanê çend bajarên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê jî hejand û bû sedema hilweşîna hejmareke avahiyan.

Ji ber erdhejên ku navendên wan Mereş bûn li herêmên curbecur ên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê herî kêm 870 kesan canê xwse ji dest dan û ji 2 hezar û 315an zêdetir kes jî birîndar bûn.

Li bajarokê Sermedayê bi dehan avahî wêran bûn, di encamê de bi dehan kes canê xwe ji dest dane, heta niha proseya lêgerîna li kesên ku hîn di bin kavilên xaniyan de sax mane, berdewam e.

Rêveberê Binkeya Tendirustî li Azmarîn-Idlibê Emîn Xendûre got: “6ê Sibata 2023an, bajarok bi karesateke mezin ji xew rabû. Ji ber erdhejê zerarên maddî yên zêde û gelek şehîd hene. Hejmareke zêde ya şehîdan bo navenda Azmarînê hatine veguhestin.”

Ji ber wêranî û karesat li navçeyê zêde mezin e, tîmên Bervaniya Sivîl a Sûrî (Kumsipî) hawara xwe dighînin civaka navdewletî

Berdevkê Berevaniya Sivîl Ismaîl Ebdullah jî dibêje: “Gelek avahî li bajar û gundan li bakurê rojavayê Sûriyê ji ber erdhejê herifîne. Tîmên me berê xwe dane hemû cihan. Heta niha gelek malbat di bin kavilan de mane. Tîmên me bi hemû şiyanên xwe hewl didin xelkê ji bin kavilan rizgar bikin. Pêwîstiya me bi alîkariya civaka navdewletî heye.”

Li gor Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê ji ber erdheja şeva 6ê Sibatê ku 5 parêzgehên Sûriyê ketine ber (Laziqiyê, Tertûs, Heleb, Hema û Idlib) nêzîka 1000 kes bûne qurnbanî ku tenê li Efrîn û Cindirêsê heta niha 250 kesan canê xwe ji dest dane.