Galeriya wêneyan

06-02-2023
36 Photos
RÛDAW

Ji ber erdhejên ku navendên wan Mereş bûn li herêmên curbecur ên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê herî kêm 810 kesan canê xwse ji dest dan û ji 2 hezar û 315an zêdetir kes jî birîndar bûn.

Bandora erdhejan li Idlîb, Heleb, Hema, Lazqiye, Tertûs û Reqaya bajarên Sûriyeyê zêde hat hîskirin, gelek xanî û avahî jî hilweşiyan.

Îro du erdhej yek saet 04:17 bi hêza 7.7 pileyê rîxterê û ya din jî saet 13:27 bi hêza 7.4 rîxterê Bakurê Kurdistanê hejand. Navendên erdhejan Mereşê bûn lê li gelek bajar û navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê  û Tirkiyê jî bandora wê hebûye.

Foto: AFP