REQA - Ji 25 gorên bikom 5700 term hatine derxistin

07-02-2020
RÛDAW
Nîşan Reqa Gorên Bikom Sûriye DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Reqayê heta niha, 5 hezar û 700 term ji 25 gorên bikom yên dema DAIŞê hatine dîtin û derxistin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye, ku Tîma Tenduristî ya Hawarçûnê, ya ser bi Encûmena Sivîl ya Reqayê ve, heta niha 29 gorên bikom yên dema DAIŞê dîtine.

Ji wan 25 gor hatine vekirin, û 5 hezar û 700 term jê hatine derxistin, lê tenê nasnameyên 700 kesî ji xwediyên wan terman hatine naskirin.

Her li gorî zanyariyên Tîma Tenduristî ya Hawarçûnê, hinek ji terman yên çekdarên DAIŞê ne ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Raporteke Tîma Tenduristî ya Hawarçûnê dibêje, ku diyare hejmarek ji wan terman yên hinek rojnamevanên biyanî ne.

Ew gorên bikom li herdu keviyên Çemê Ferat bûn, û li biyabana bajarê Reqayê bûn.

Piştî kontrolkirina Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, Tîma Tenduristî ya Hawarçûnê dest bi derxistina terman ji kolanan, û ji bin kavil û avahiyên wêranbûyî kiriye, û di karê xwe de berdewame, ku di encamê de gelek gorên bikom jî dîtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst