HTŞyê Telbîse kontrol kir: Komên çekdar nêzîkî Humsê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Tehrîr El Şam (HTS) ragihand ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê kontrol kiriye. Niha 10 kîlometre mane ku komên çekdar xwe bigihînin bajarê Humsê.

Li gorî agahiyen ku ji çavkaniyen herêmê hatin wergirtin, arteşa Sûriyeyê bêyî şer ji bajaren Selmiye û Telbîseyê vekişiya.

Piştî ku bajarê Hemayê îro ji aliyê komên çekdar ve hat kontrolkirin, welatiyên li herêmê ber bi bajarên ewletir ên Tertûs û Laziqiyeyê ve bi rê ketin.

Hat ragihandin, ji ber ku komên çekdar nêzîkî Humsê bûne, gel ber bi bajarên Laziqiye û Tertûsê ve dest bi koçê kiriye.

Îro komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê navenda bajarê Hemayê yê Sûriyeyê kontrol kir.

Komên çekdar taxên Mezarib, Sanayî û Erbaînê yên navenda bajêr bi dest xistin û ketin navenda bajêr.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Sûriyeyê de hat diyarkirin ku piştî ku komên çekdar derbasî bajêr bûn, artêş vekişiyaye û li derveyî bajêr bi cih bûye.

Heyeta Tehrîr El Şamê navenda navçeya Selemiyê ya Hemayê ku di bin kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de bû kontrol kir.

Navçeya Selemiyê, gundê Eyoyê, navçeya Misyafê ya li başûrê rojavayê Hemayê û 40 gundên girêdayî wê ku bi giranî Xirîstiyan lê dijîn, biryara bêalîbûnê da.

Li gorî vê yekê, wê li van herêman ti şer û pevçûn çênebin.

Her wiha komên çekdar Topxaneya Hursanê ya li rojhilatê Hemayê û depoyên cebilxaneyan ên li El Hemrayê bi dest xistin.