HSDyê hişyarî da: DAIŞê herêmeke berfireh bi dest xist

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku DAIŞê li Hums û Dêrezorê çend cih bi dest xistine.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Xê li ser livûtevgera DAIŞê ya li Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand:

“Hêzên me ji bo rawestandina berfirehbûna çeteyên DAIŞê tedbîrên bi bandor digirin.

Rêxistina terorîst a DAIŞê kontrola xwe li ser herêmên berfireh ên çolên Hums û Dêrezorê ragihand û gelek bajar û cihên stratejîk ji destê hêzên Hikûmeta Şamê derxistin.”

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî bal kişand ser wê yekê ku hêzên wan tedbîrên pêwîst wergirtine û da zanîn:

“Rêxistina terorîst hewl dide berfirehbûna xwe li deverên din ên bêparastin bidomîne.

Hêzên me tedbîrên berfireh û tekez standine û dê bi awayekî bi bandor rêgiriyê bikin ku hewldanên berfirehbûna DAIŞê ya ber bi herêmên me rawestînin û senaryoya sala 2014an dubare nebe.”

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.

HTŞ niha hewl dide bajarê Humsê jî kontrol bike û ketiye nava liv û tevgerê.

Piştî destpêkirina şer û aloziyan û koçberbûna bi hezaran kesan DAIŞ jî hewla bidestxistina herêmên ku ji Hikûmeta Sûriyeyê derketine dike.