Artêşa Sûriyeyê: Komên çekdar ketin Hemayê

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Sûriyeyê ragihand ku komên çekdar ên ku HTŞ serkêşiya wan dike ketin bajarê Hemayê.

Li parêzgeha Hemayê ya Sûriyeyê komên çekdar ên li dijî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê şer dikin, gihîştin herêmên li navenda bajêr û pevçûnên bi hêzên Sûriyeyê re didomin.

Komên çekdar ên ku Heyete Tehrîr El Şamê (HTŞ) serkêşiya wan dike û ji 27ê Çiriya Paşîn ve bi hêzên Hikûmeta Sûriyeyê re şer dikin li parêzgeha Hemayê bi pêş de diçin.

Artêşa Sûriyeyê ragihand ku piştî şerekî dijwar çekdaran kariye derbasî nav Hemayê bibin.

Komên çekdar li navenda bajarê Hemayê taxên Mezarib, Senayî û Erbaînê kontrol kirin û gihiştin herêmên li navenda bajêr.

Di navbera aliyan de şer û pevçûnên giran didomin.