Çekdaran sê aliyên Hemayê dorpêç kirin: Ji navenda bajar re sê kîlometre man
Hewlêr (Rûdaw) – Komên çekdar ên bi serkêşiya Heyeta Tehrîr El Şamê (HTS) tevî êrişên dijber ên hêzên hikûmeta Sûriyeyê, bajarê Hemayê yê stratejîk ji sê aliyan ve dorpêç kiriye.
Firokeyên şer ên Sûriye û Rûsyayê ji bo bipêşketina wan li navçeyên bakur û rojhilatê bajarê Hemayê rawestînin çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê dikin armanc.
Lê çekdar tenê 3 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Hemayê ne.
“Em dê tevahiya Sûriyeyê azad bikin”
Çekdarê Heyeta Tehrîr El Şamê Ebû Ebdo Hemawî got:
“Em niha ber bi navenda bajarê Hemayê bi pêş dikevin û bi hêviya Xwedê piştî wê jî em dê ber bi Himis û piştre jî ber bi Şamê ve biçin.
Di dawî de tevahiya Sûriyeyê tê azadkirin, bi hêviya Xwedê.”
Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê, ji sê aliyan ve bajarê Hemayê dorpêç kiriye.
Şerê dijwar li herêmên bakur, rojava û rojhilatê bajarê Hemayê ye. Bi taybetî jî li Çiyayê Zeynelabidînê û bajarokê Qumxane şerekî dijwar heye.
Çekdar tenê sê kilometreyan dûrî navenda bajar in
Çekdaran li rojava jî gundê Xetabê kontrol kiriye ku tenê sê kilometereyan dûrî navenda bajarê Hemayê ye.
Take deriyê derketina artêşa Sûriyeyê ji Hemayê, aliyê başûr û ber bi Şamê ve ye.
Hema yek ji bajarên stratejîk ên wî welatî tê dîtin û li ser rêya serekî ya Şama paytext e ku wek Rêya M5 tê naskirin û bajarên Îdlib, Hema û Himsê bi Şamê ve girê dide.
Li aliyê din, derketina tevlîheviya şerekî nû li Sûriyeyê civaka navdewletî tirsandiye.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî got:
“Berjewendiyeke me ya demdirêj li Sûriyeyê heye, bi giştî berjewendiya hemûyan li Sûriyeyê heye da ku piştrast bin careke din DAIŞ dernekeve û venegere.”
Komên çekdar 24 demjimêrên borî kariye 20 bajarok û gundan li bakur û rojhilatê bajarê Hemayê kontrol bikin.
Artêşa Sûriyeyê jî îdia dike ku li hemberî çekdarên Desteya Tehrîr El Şamê dest bi êrişa berevajî kiriye.