Li Sûriyê meha borî 46 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriyê, teqîn û tundûtûjî berdewam in û meha borî bi herî kêm 46 kes hatin kuştin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê dibêje, li Sûriyê meha borî li navçeyên cuda 27 teqîn çê bûn û herî kêm 46 kesan canê xwe ji dest da.

Li gor amarên Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê, ji 46 kesên canê xwe ji dest dane 29ê wan welatiyên sivîl bûn û ji wan jî 13 zarok bûn.

Herwiha li gor heman rêxistinê, bi heman awayî meha borî 14 serbazên hikûmeta Sûriyê û çekdarên alîgirên hikûmetê canê xwe ji dest dan.

Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê destnîşan kir, piraniya teqînan bi rêya mîn, bombeyên çandî û teqandina otombîlan çê bûne.

Li Sûriyê sala 2011an şerê navxweyî destpê kir û heta niha ji ber şer nêzîkî niv milyon kesan canê xwe ji dest dan û bi milyonan kes jî koçber bûn.