Rûsya: Metirsî heye HTŞ êrişî hêzên Rûsî bike

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya dibêje zanyarî gehiştine wan ku Desteya Tehrîr El-Şam plan dike bi dronan êrîşî hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê bike.

Cîgirê Serokê Navenda Rûsî ya Lihevhatinê li Sûriyê Oleg Yegorov ragihand ku rapor li ber destê wan hene çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam (HTŞ) û Partiya Tikistanî ya Îslamî plan dikin bi firokeyên bê pîlot û dronên Kamikaze êrîşî Binkeya Himêmîm a Rûsî li Sûriyê bikin.

Yegorov da zanîn ku wan grûpan li nêzîkê gundê Xirbet El-Coz a ser bi Idlibê ve hejmarek dron amade kirine ku dikarin heta 70 kîlometreyan bifirin da ku sîstema berevaniyê ya Rûsyayê şaş bikin û êrîşî Himêmîm bikin.

Binkeya Himêmîm a Rûsî dikeve başûrê rojhilatê bajarê Laziqiyê yê Sûriyê û ji 2015an ve artêşa Rûsyayê li wir dimîne û gelek caran ketiye ber êrîşên dron û mûşekî yên grûpên ser bi opozisyona Sûriyê.