HRW: Hikûmeta Sûriyê dest didane ser zevî û milkên xelkê

Hewlêr (Rûdaw) - Proseya nûjenkirina bajaran li navçeyên jêr kontrola hikûmeta Sûriyê destpê kiriye, lê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) ji vê yekê ne razî ye û dibêje hikûmeta Sûriyê dest didane ser zevî û milkên xelkê.


Li Şamê li cihekî avakirinê, bager, bildozer û barhilgir karûbarên kolanê, veguhestina ax , kevir û qûmê dikin daku navendên koçberan û bazarên moderin li ser wî erdî ava bikin, berê li wan deran taxên bêserûber lê hatibûn avakirin.


Bagir, Beldozer û barhilgir li nav kolan û taxan tên dîtin û avahiyên nû bilind dibin. Lê rêxistinên navdewletî ji vî awayê nûjenkirinê ne kêfxweş in, ji ber li gor wan hikûmeta Sûriyê dest didane ser zevî û milkên wan kesan ku di hundirê 7 salên şerê Sûriyê de piştgiriya opozisyonê kirine.


Bi taybetî piştî ku meha Nîsana 2018an hikûmeta Sûriyê yasaya hejmar 10 a taybet bi milkê xelkê pejirand, li gor rêxistinên navdewletî, armanca hikûmeta Sûriyê ji vê yasayê çêkirina bazar û navendên kirîn û firotinê ye li ser berîka xelkê bê desthilat û hejar.


Derbarê vê yekê de Lêkolerê Mafên Mirov Bo Sûriyê Sara Keyalî  wiha got: “Tişta bingehîn ku ev yasa dike standina milk e ji xelkê hejar, piştre dide veberhêner an jî xelkên sermayedar daku dest deynin ser. Ev yek jî bê balansiyê di aboriya civakî de çêdike ku ev jî sedemeke serhildana xwepêşandanên 2011ê bû."


Rêxistinên mirovî dibêjin, hikûmeta Sûriyê ji xeynî bikaranîna zevî û milkê xelkê bo armacên hikûmî yan jî bazirganî, zeviyan ji wan xelkan jî destine ku piştgiriya opozisyonê kirine û dide dilsozên hikûmeta Sûriyê. Lê hikûmeta Sûriyê vê yekê red dike û dibêje ji 2008ê ve berî şerê navxweyî li Sûriyê ku ew wek şerê dijî terorê binav dikin, dixwestin yasaya hejmar 10 a nûjenkirinê derbas bikin.


Berpirsê Kompanyaya Damascus Cham Holdingî Nesûh Nebulsî  jî got: “Em neçûne xelkê navçeyekê derbider bikin heta xelkên cihekî din bên û li wir bijîn. Evana xelkê heman navçeyê ne yan jî xwediyê heman zeviyan e ku dibin xwediyê wan pişkan ku cihê pişk û zeviyên wan ên berê digire."


Di hundirê salekê de zevî û milkên bi hezaran xelkên Sûriyê ji wan hatine standin û bo armanca projeyên çend milyon dolarî hatine bikaranîn ku tê pêşbînîkirin bibin navendên bazirganî yên Şama paytext. Marota City yek ji wan projeyên mezin ên paytexta Sûriyê ye ku zeviyeke berfireh a stratejîk a bajêr dagîr kiriye û dibe yek ji mezintirîn projeyên niştecihkirinê li wî welatî.