Amadekariyên bo demsala çandiniyê li kantona Cizîrê û Hesekê
Hewlêr (Rûdaw) - Amadekariyên hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser ji bo werzê çandina tov û dexlûdanên mûsimê îsal têne kirin.
Li gorî plana Rêveberiya Çandiniyê li Hesekê ya girêdayî hikûmeta Sûriyê, wan dest bi amadekariyên werzê çandiniyê li herêma Cezîrê kiriye.
Vê Saziyê ragihandiye, ku wê girêbest li gel cotkarên herêma Cizîrê îmze kirine, ji bo dabînkirina 2 hezar û 200 ton tovê genim û ceh.
Li gorî rêveberê saziyê, pêwîstiya herêma Cizîrê bi 2 hezar û 100 ton genim û 100 ton ceh heye.
Sazî dê yek kîlorgam tovê genim, bi 180 lîreyên sûrî û yek kîlogram ceh bi 150 lîreyên sûrî ji cotkaran bikire.
Saziya Giştî ya Dexlûdanê ya ser bi Hikûmeta Sûriyê jî ragihandiye ku wê her yek kîlogram genim, bi 110 lîreyên sûrî ji cotkaran kiriye. Lê nirxê kirîna genimê îsal wê 175 lîre be, ji bo her yek kîlogramê, bi cudabûna 5 lîreyan di navbera Cizîrê û Şamê de.
Li aliyê din, Rêveberiya Xweser jî amadekariyên werzê çandiniyê dike, lê pêwîstiya cotkaran bi semad, dexlûdan û sûtemeniyê heye.
Nirxê yek ton semad bi 250 hezar lîreyên sûrî, ango 65 hezar dolarî ye. Ev jî giraniyekê li ser cotkaran dirust dike.
Desteya Abûriyê ya ser bi Rêveberiya xweser nîşan bi wê yekê daye ku ew genim bi nirxekî kêmtir ji bihayê xerciya ku lê tê kirin dide cotkaran, ew xercî jî 195 lîreyên sûrî ye, li ser her yek kîlogramê, ku ew yek kîlograma genim bi nirxê 160 lîreyên sûrî dide cotkaran, weke ku ragihandiye.
Li gorî plana Rêveberiya Çandiniyê li Hesekê, îsal wê 298 hezar û 367 hektar genimê avdayî bêne çandin û 24 hezar û 331 hektar cehê avdayî û 445 hezar û 526 hektar genimê bejayî û 333 hezar û 534 hektar cehê bejayî li herêma Cizîrê, wê bêne çandin.
Rêveberiya Çandiniyê ragihand ku wê mazot li ser cotkaran li Cizîrê belav kiriye û 65 Komelyên Alîkariyê yên çandiniyê li Cizîrê damezrandine.
Li Cizîrê, gelek astengî li pêş çandiniyê derdikevin, ji wan jî: Kêmbûna dermanên parastina çandiniyê ji nexweşiyan, buhabûna sedmadê, buhbûna tov û dexlûdanan û kêmbûna mazotê, ku ev yek jî dibe sedem ku gelek cotkar neçar bin mazotê ji bazara reş bikirin.
Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi çandiniyê dewlemend bû, lê bi sedema kêmbûna baranê û pêdiviyên guhdana bi çandiniyê, ev beş tûşî zehmetî û pirsgirêkan bûye.