Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor hişyariyê li ser xerabiya rewşa koçberên li bakurê rojhilatê Sûriyê dide û daxwaz dike, ku welatên xwediyên malbatên DAIŞê, jin û zarokên wan vegerînin welatên xwe.
Serpereştiyarê Piroseyên Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, Fabrî-Tisyo Karbonî dibêje, ku bi 100 Hezaran kes ji ber top û bombeyên şer koçberî devera bakurê rojhilatê Sûriyê bûne, û di kampên di bin kontrola hêzên Kurdî de bicih bûne, lê rewşa wan ji ber birçîbûn û nexweşiyan pir xerab e.
Karbonî hişyariyê li ser rewşa koçber û penaberên li bakurê rojhilatê Sûriyê dide û dibêje, ku rewşa koçber û benaberan li wê deverê pir xerab e, û divê welatên xwediyên jin û zarokên çekdarên DAIŞê, bi berpirsiyariya xwe rabin, û hemwelatiyên xwe vegerînin welatên xwe.
Herweha Karbonî dibêje, ku Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor serpereştiya nexweşxaneya kampa Holê dike, û xwarin û avê ji koçberan re pêşkêş dike, lê nikare heta 25-30 salên din, alîkariya 100 hezar kes bike, û ew stûbariya welatan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse