REQA – HSDê 6 bergumanên DAIŞê girtin

Hewlêr (Rûdaw) – HSDê li Reqayê operasyonek li dijî şaneyên raketî yên DAIŞê encam da û di encamê de 6 berguman girtin.

Li gorî ajansên xwecihî, hêzên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), operasyonek li gundên rojavayê parêzgeha Reqayê pêkanîn.

Li gorî heman çavkaniyan, hêzên HSDê bi ser herdu gundên El-Mensûre û El-Cirniye de girtine û 6 kesên berguman desteser kirine.

Heman ajansan dane zanîn, ku HSD gumana wê yekê dike, ku peywendiya wan her 6 kesan li gel rêxistina DAIŞê hebe.