Hêzên Sûriyê 28 kesên ser bi Ramî Mexlûf ve girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Sêşemê 5ê Gulana 2020, mohleta ku hikûmeta Sûriyê ji bo karsaz û bazirgan û milyardêrê navdarê Sûrî Ramî Mexlûf ji bo dayîna baca ku li ser kompanyayên wî hatiye sepandin, bi dawî tê. Li aliyekî din hikûmeta Sûriyê heta niha 28 kes ji rêveberên kompaniyên Ramî Mexlûf girtine.

Li gorî çavkaniyên Sûrî, hikûmeta Sûriyê 233.8 milyar lîreyên Sûrî wek bac, li ser kompaniyên Ramî Mexlûf sepandine, ku dike nêzîkî 334 milyon dolar.

Di nava çend rojên bihorî de, Ramî Mexlûf ku kurxalê Beşar Esed ê Serokomarê Sûriyê ye, 2 caran li ser medyaya civakî ya Facebookê peyam belav kiribû û têde bang li Esed kiribû, ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê destêwerdanê bike.

Lê dezgehên ewlekariyê li Sûriyê, hejmarek kargêr û rêvebirên kompaniyên Ramî Xexlûf, di nav de jî sernivîserê rojnameya El-Weten girtibûn.

Heya niha 28 rêveberên Syriatel hatine girtin

Operasyona girtina rêvebir û karmendên saziyên Ramî Mexlûf gihîşte Heleb û Tertûsê jî.

Çavkaniyên xwecihî li Sûriyê ragihandin, ku operasyona girtina rêveber û karmendên kompaniyên Ramî Mexlûf, kurxalê Beşar Esed, ji Şam û Laziqiyê û Hums destpê kir û niha gihiştiye Heleb û Tertûsê.

Li gor zanyariyan, dezgehên emnî yên Sûriyê li gel hêzên Rûsî di çend demjimêrên bihorî de 7 rêvebir û pisporên IT li şîrketa telefonê ya Syria Tel girtine, ku 4 ji wan li Helebê û 3 kes jî li Tertûsê hatine girtin.

Îstixbarata Sûriyê û polîsên leşkerî yê Rûsya karmendên Komeleya Bustan a Ramî Mexlûf jî girtine.

Heya niha, zêdetirî 28 rêvebir û pisporên IT hatine girtin, lê Ramî Mexlûf heta niha bi xwe nehatiye girtin û cihê wî nayê zanîn.