VÎDEO - Şer dijwar e: şervanên HSDê dor li çekdarên DAIŞê girtine

05-05-2017
HUSÊN OMAR
Tebqa
Tebqa
Nîşan HSD Tebqa DAIŞ
A+ A-

Tebqa (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Dememokratîk (HSD) û çekdarên DAIŞê li nava bajarê Tebqayê di şerekî giran de ne. Di şer û pevçûnan de hemû cureyên çekên sivik û giran tên bikaranin. Operasyona kontrolkirina Tebqayê ber bi dawîyê ve diçe. Piraniya bajar ketiye destên hêzên HSDê.

 

Dîmenên şerê nav bajarê Tebqayê hatine weşandin. Şervanên HSDê, ku piraniya wan ji hêzên YPGê ne, hewl didin taxên Tebqayê bi temamî kontrol bikin û bajêr bi tevahî ji çekdarên DAIŞê paqij bikin.

 

Li gorî zaniyarên ajansên xwecihî, di şer û pevçûnên herî dawî de, bêhtirî 20 çekdarên DAIŞê li nav Tebqayê hatine kuştin.

 

Şervanên HSDê yên beşdarî vî şerê giran bûne, dibêjin ku hewl didin xwe bigihînin Bendava Feratê û bi temamî kontrol bikin da ku paşê berê xwe bidin bajarê Reqayê, paytexta Xîlafeta DAIŞê.

 

Li gor çavdêran, kontrolkirina bajarê Tebqayê, ku di pey Reqayê re mezintirîn bajarê parêzgehê ye, dê rê li pêş êrîşa ser bajarê Reqayê xweş bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst