RÛDAW/TAYBET – Agirbesta li Helebê negihîşt taxa Şêx Meqsûd!

05-05-2016
RÛDAW
A+ A-

Heleb (Rûdaw) – Şer li taxa Kurdî ya bajarê Helebê, taxa Şêx Meqsûd di navbera şervanên YPGê û çekdarên Dijbereyê de berdewam e û her du alî hewl didin, erdê di bin kontrola xwe de zêdetir bikin. Bi berdewamiya şer, welatiyên sivîl bûne qurbanî û tax ber bi wêraniyê ve çûye.

 

Ev dîmen Taxa Şêx Meqsûd a li bajarê Helebê nîşan didin. Ev taxa ku di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.

 

Dîmenên ku taxa Şêx Meqsûd nîşan didin, dîmenên topbaran û wêrankirina mal û xaniyan e.

 

Bi sedema şer û pevçûnên giran, di navbera YPGê û hêzên opozisyona Sûriyê de, rewşa Şêx Meqûd têkçûye. Ev şer ji berî 2 sal û çend mehan ve berdewam e.

 

Di vî şerî de her aliyek dixwaze, erdê zêdetir kontrol bike. Lê baca herî mezin ji aliyê sivîlan ve tê dan, ku welatiyên vê deverê bûne qurbanî û êzingên şerê serdestî û desthilatdariyê, li vê taxê.

 

Welatiyekî taxa Şêx Meqsûd: “Hûn wan top û hawinan tavêjine me. Em tiştekî ji we naxwazin. Em hemû li vê derê sivîl û hejar in. Eger cihekî me yê din hebûya emê biçûnayê.”

 

Li aliyek din dengê welatiyek jin tê, ku dibêje: “Em taxa Şêx Meqsûd bernadin.”

 

Li vê derê dayik û zarokên xwe dimînin. Ev dayik opozisyonê bi wê yekê tometbar dike, ku ev opozisyon bi cêrên teqîner li taxê dide. Êdî ev jin dibêje: “Eger cîhan tev were, em dernakevin.”

 

Hin çavdêr jî dibînin ku aliyên şer, li sivîlan didin.

 

Welatiykî dine Kurd ji taxa Şêx Meqsûd dibêje: “Gelek sitemkarî li ser me heye. Cebhetul Nusre jî gelek sitemê li me dike. Berdewam êrîş û lêdanên wan bi cêran têne me. Herwiha cêrên Ehrar Elşam. Artêşa Azad jî me topbaran dike. Hemû şerê me dikin. Em li vê derê bûne dîl.”

 

Şer û pevçûnên li Şêx Meqsûd, di navbera YPG û hêzên opozisyonê de, berdewam e.

 

Armanc ji vê yekê jî kontrolkirina zeviyên bêhtir û berfirehtir e.

 

Êdî sivîlên Ereb û yên Kurd, baş dîmenên şer û wêraniyê dibînin. Ew yek di demekê de ye, ku dibe Hikûmeta Sûriyê destêxistinê tê de bike û şer biguherîne bo şerekê Kurdî-Erebî, bi heman awayê ku li Hims û bajarên din kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst