ÎDLIB - Damezrînerê El Nusrayê hat kuştin

05-04-2024
Nîşan Ebû Mariya Qehtanî El Nusra Îdlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ebû Mariya Qehtaniyê ku yek ji damezrînerên El Nusrayê ye li Îdlibê hat kuştin.

Endamên Tehrîr El Şamê (HTŞ) ku herêma Îdlibê di bin kontrola wan de ye, DAIŞ ji kuştina Qehtanî berpirsiyar girt.

Hat ragihandin ku Qehtanî li Sermedaya bakurê Îdlibê di êrişeke xwekuştinê ya endamekî DAIŞê de hatiye kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ev êriş teyîd kir lê heta niha ti aliyî têkildarî bûyerê daxuyaniyek nedaye û berpirsiyariya êrişê li xwe negirtiye.

SOHRê da zanîn ku di êrişê de 2 kesên bi Qehtanî re jî birîndar bûne û birînên wan xedar in.

Qehtaniyê ku navê wî yê rast Miyeser Elî Evdila Cibûrî ye, sala 1976an li Îraqê ji dayik bûye û yek ji damezrînerên El Nusrayê bû.

Li gorî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Qehtanî sala 2011an ji Mûsilê derbasî Sûriyeyê bûye û li wê derê îdeolojiya El Qaîdeyê belav kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst